“Azar” platformek medyaya Sûrî ya serbixwe derdikeve pêş، hewl dide modeleke nû ya medyayê li sûriyê û derbarê Sûriyê de pêşkêş bike, xwe dispêre deng wekî amûra yekem ji bo gihandina hemû tîştên girêdayî jin û mêrên Sûrî ( mirov,maf,azadî,civat,dem û cih).
Naveroka medyayê di Azar ji aliyê komek rojnamevanên ciwan ve tê pêşkêşkirin yên ku bi nirxên (azadiyê, dêmokratîk, edalat û wekhevî ) bawer dikin.
Platforma Azar weke dengê gelê Sûriyê ya yekemîn tê, ji bo pêşkêşkirina naverokek medyayê hevseng, tevlihev û bê kîn, hêza wê ya sereke nifşê ciwan e, bi mijarên cihêreng û bi herdû zimanên Erebî û Kurdî ye.
Dengê Sûrîyan û dengvegerîna wê.
Pêşkêşkirina naveroka medyaya Sûrî serbixwe ku mafên mirovan diparêze, û temaşevanan di çêkirina xwe de beşdar dike, ji bo bihêzkirina rojnamegerên ji nifşê ciwan li ser prensîbên rojnamevaniya serbixwe.
Karê Azar li ser prensîbên jêrîn pêk tê:
Yekemîn-Serxwebûnî
Azar platformeke serbixwe bi ti partî an meyleke siyasî an olî an entîkî an zayendî an çînî an erdnîgarî re ne girêdayî ye,
Duyemîn-Zelalbûn
Platforma Azar soz dide ku di nav projeyên xwe de hevkarên xwe eşkere bike, û pêbende ku ji nsveroke nerast dûr bimîne، û ger şaştiyekê bike ew ji temaşevanan lêborînê dixwaze.
Seyemîn-Rastbûn
Azar xwe dispêre etîka rojnamegeriyê ya têkildarî boykotkirina çavkaniyên agahiyan, verastkirina wan beriya weşandinê û veqetandina wan ji çavkaniyên wan re.
Çaremîn-objektîvbûn
Azar bi ramanên cuda û cihêreng pêşkêş dik, û hişyare ku belav nabe her materyalek rojnamevanî bêyî razîbûn.
Pêncemîn-Rêzgirtina milkê rewşenbîrî
Azar pabend e ku hemî mafên milkiyeta rewşenbîrî ya nivîskar biparêze, û çavkaniya her materyalek hatî veguheztin destnîşan bike.
Şeşemîn-Dûrketin ji axaftinên nefret
Platforma Azar soz dide ku ti naverokên ku axaftinên nefretê , dibe ku bi sedema destdirêjî an tundûtûjiyê di nav gelê Sûriyê de an di nav
cavaka Sûrî de bibe sedema nakokiyan belav neke.
Heftemîn-Hêzkirina nifşê nû ji rojnamegerên jin û mêr
Azar bi perwerde û tevkariyê hewl dide nifşek nû ji rojnamegerên jin û mêr bi hêz bike.
Dengê Sûrîyan û dengvegerîna wê.
Jîyana hemî mafan pêk tê li platforma Azar 2024 – afirandar Top Value